Li Îranê mafê tenduristiyê ya 4 girtiyên nexweş tê astengkirin

Zextên rejîma Îranê yên li ser jinan bênavber didomin. Daxwazên tedawiyê yên 4 girtiyên nexweş ku sê jê jin in, nayên qebûlkirin.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin li Îranê de agahiyên agahiyên nû parve kir.

Li gorî rapora malperê, rewşa tenduristiyê ya çar girtiyên siyasî yên Îranî ku sê ji wan jin in, roj bi roj xirabtir dibe û rayedarên girtîgehê rêgiriyê li birina wan ji bo nexweşxaneyê dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku jiyana her çar girtiyan di xeteriyê de ye û ji Konseya Mafên Mirovan, Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî û rêxistinên din yên navnetewî tê xwestin ku ji bo serbestberdana wan demildest bikevin nav tevgerê.

REWŞA GIRTIYAN

Hûda Mêhrganfer

Hûda Mêhrganfer endezyarek robotan ya 35 salî, li girtîgeha Adil Abad ya Şîrazê ye. Ew di 23’yê Cotmeha 2024’an de ji hêla hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate girtin. Her wiha bi nexweşiya endometrioma bû û tenduristiya wê xirabtir bûye. Ji ber taya bilind, êşa kronîk û xeteriya qetîna kîs û enfeksiyona hindirîn li ser heye.

Şîwa Îsmaîlî

Şîwa Îsmaîlî, girtiyeke siyasî ya Îranî ye ku 10 salin cezayê xwe li Girtîgeha Evîn ya Tehranê dikişîne, êşeke giran li pişta wê heye.

Tevî daxwazên berdewam yên ji bo dermankirinê û erêkirina bijîşkan, rayedarên girtîgehê rê li ber rakirina wê bo nexweşxaneyê digirin. Heta vê dawiyê ji bo veguhestina wê bo nexweşxaneyê jî hatibû pejirandin. Rayedarên girtîgehê bi hinceta ku di karta wê de pereyên wê têrê nakin, ew rawestandin. Hate zanîn ku rayedaran nehiştin ku ew bi malbata xwe re têkilî dayne da ku lêçûnên dermankirina keça xwe bide.

Şîwa Îsmaîlî di Adara 2023’yan de li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin û ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi tohmeta “civîn, komplo û propagandaya li dijî dewletê” 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Fatma Ziyayî

Fatma Ziyayî ya 68 salî, di salên 1980’an de girtiyeke siyasî bû ku zêdetirî 13 salan di bin êşkenceyên giran de li Girtîgeha Evînê derbas kir. Niha ji bi nexweşiyên giran re rûbirû ye. Tevî xirabûna tenduristiya wê jî, ew ji tedawî û dermankirinê bêpar hatiye hiştin.

Mihemed Ekberî Munferîd

Mihemed Elî Ekberî Munferîd girtiyekî siyasî yê 58 salî ye ku li Girtîgeha Feşafuyeyê tê ragirtin. Her du lingên wî felc bûne û tenê bi bi kursiya astengdaran dikare bigere. Her wiha nexweşiya dil, nexweşiya mêjî, şekir û pirsgirêkên prostatê hene. Mihemed Ekberî vê dawiyê ji ber xwînrijandin û enfeksiyonek giran ya li lingê xwe emeliyat bû û metirsiya birîna lingê wî heye.

Doktoran hişyarî dane ku ji ber berdewamiya girtinê dibe ku di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide û nikaribe li gorî şert û mercên girtîgehê tevbigere. Wekî din, Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê rê li ber berdana wî ya yasayî girtiye.